Kürtçe- “em Amadene Ku Mamosteyên Kurdî Bişînin Tirkiyê”

Kürtçe- “em Amadene Ku Mamosteyên Kurdî Bişînin Tirkiyê”

Wezîrê Perwerdehiyê yê Rêveberiya Kurd Îsmet Muhammed got ger Tirkiye bixwaze,ew amadene ku mamosteyên xwedî tecrube bişînin Tirkiyê.

Wezîrê Perwerdehiyê yê Rêveberiya Kurd Îsmet Muhammed got ger Tirkiye bixwaze,ew amadene ku mamosteyên xwedî tecrube bişînin Tirkiyê. Îsmet Muhammed, mijara di zimanê zikmakî de perwerdehî ya ku li Tirkiyê di pakêta demokratîkbûnê de hatibû eşkere kirin nirxand. Muhammed roportajek da Ajansa Nûçeyan a Cîhanê û li ser giringiya di zimanê dayikê de perwedehiyê sekinî.
“Îsmet Muhammed bilev kir ku, “ Êdî li hemû dinyê mafê di zimanê dayikê de perwerdehî hatiye qebûl kirin û mirov dikare fehm bike ku li Tirkiyê wek geşadanek mezin çêbûye, hatiye nîşandan . Îsmet Muhammed got tevî vê yekê gavê di zimanê dayikê de perwerdehiyê yê ku di besteka demokratîkbûnê de ye, girîng dibîne.”

Wezîrê Perwerde yê Rêveberiya Herema Kurd Îsmet Muhammed wiha pê de çû, “Dinya di perwerdeyê de zimanê zanistê weke Îngîlîsî nîşan dide û fêrî Îngîlisî dibe. Lê di zimanê dayikê de jî perwerdehî girîng e. Divê hemû gel hînî zimanê xwe yê dayikê bibe. Divê karibe di zimanê xwe yê dayikê de perwerde bibîne, divê zimanê xwe yê dayikê bi rehetî biaxive. Ev mafekê navnetewî ye, tu kes nikare vî mafî înkar bike.”

EM AMADENE KU MAMOSTEYÊN KURDÎ BIŞÎNIN TIRKIYÊ

Wezîr Muhammed got, ger Tirkiyê ji Herêma Kurdistan piştgiriyê bixwaze, em amadene ku mamosteyên kurdî bişînin Tirkiyê û ger daxwazek wisa were em ê kêfxwêş bibin.
Wezîrê Kurd got ji bo Zanîngeha Artukluya Mêrdînê bernameyek perwedehiya kurdî amade kirine û wiha domand: Me bi Rektorê Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê Serdar Bedii Omay re 2 sal berê ji bo ku kurdî bê hînkirin bernameyek amade kir. Îsal li Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê 500 xwendekar perwerdehiya lîsansa bilind a kurdî girtin. Ez ji vê yekê gelekî kêfxweş bûm. Em di vê mijarê de amadene ku her tim piştgiriyê bidin Tirkiyê û em ê ji vê daxwazê gelekî kêfxweş bibin.”

DIVÊ HIKUMET GAVÊN HÎN MEZINTIR BIAVÊJE
Wezîr Muhammed dûpat kir ku hikumeta Tirkiyê di demên dawî de li ser pirsgirêka kurd gavên girîng avêt lê divê di pêşerojê de li ser kurdî biryarên hîn radîkal bigre. Îsmet Muhammed got li dibistanên dewleta Tirkiyê dersa hilbijartî yê kurdî ji kêrî kurdên di nav sînora Tirkiyê de dijîn were û ji bo ku hikumet gavekê wisa avêtiye, em hêvîdarin.

DIBISTANÊN TAYBET BI SALANE PERWERDEYA KURDÎ JÎ DIDIN
Di vê navberê de Midurê Saziyên Perwerdehiyên Fezalarê Talîp Buyuk ku li giştiya Iraqê di warê perwerdeyê de xebatên xwe yên serkeftî didomînin, got em di zimanê dayikê de perwerdehî dayîna dibistanên taybet girîng dibînin. Buyuk perwerdehiya kurdî ên li herêmê di dibistanên tirk de tên dayin û fonksiyona dibistanên taybet ji Cîhanê re nirxand. Talîp Buyuk wiha axivî, “Dibe ku Besteka Demokratîkbûnê bersiv nedaye daxwazên hemwelatiyên me yên li Başûrê Rojhilat dijîn, lê gelek mesafe hatin girtin. Divê mirov zanibe pakêt piştgiriyên cidî ji bo hemwelatiyên me yên kurd bi dest xistiye.”

JI DIBISTANÊN ME XWENDEKAR BI ÇAR ZIMANAN MEZÛN DIBIN
Buyuk bibîr xist ku li Iraqa Bakur fealiyetên xwe yên perwerdeyê ji sala 1994an heya niha didomînin û got xwendekarên ku ji dibistanên tirk mezun dibin fêrî 4 zimanan dibin û bi vî awayî diçin. Buyuk wiha domand, “Em kesên ku digrin dibistanê zimanê wan a dayikê ya kurdî ye ya tirkmeni ye. Em wan fêrî tirkî jî dikin, fêrî îngîlîsî jî dikin, fêrî erebî jî dikin. Fêrî kurdî jî dikin. Heya dibistana navîn, zarok ji xwe fêrî zimanê nivîskî yê kurdî dibin û bi vî awayi tên. Em xwendekarên ku wê dest bi dibistana navîn bikin, di nav salekê de hînî îngîlîsi û tirkî dikin. Piştre em dersên hejmarî bi îngilîsî û ya gotinî jî bi kurdî hînî wan dikin. Ji ber vê xwendekarên ku ji dibistanên me mezun dibin zimanê wan a dayikê kurdî di astek herî baş de ye. Îngîlîsî, tirkî û erebî jî di astek bilind de ye.

DEWLETÊ TELEVÎZYONA KU KURDÎ WEŞANÊ DIKE VEKIR, BO ÇI DIBISTANA KURDÎ JÎ VENEKE

Midurê Giştî yê Saziyên Perwerde yên Fezalarê Buyuk bi bîr xist ku Tirkiye qenalekê weşana kurdî dide vekir. Buyuk wiha domand, “Em saziyek ku li Iraqê xizmeta perwerdeyê didin in, mafên me tune ye ku em bêjin li Tirkiyê perwerdehiya zimanê dayikê bila wisa be. Em tenê ramanên xwe, fikren xwe û tecrubeyên xwe parve dikin. Li gor min sîstema ku em li vir didin meşandin dibe ku hinekî din bê revize kirin û bi vî awayî li Tirkiyê weke herêma pîlot bê sepandin.
Ger daxwaz were em dikarin hemû agahî û tecrubeyên xwe parve bikin. Tiştên ku em veşêrin tune ye. Buyuk bal kişand ku li Iraqa Bakur zimanê fermî kurdi ye û got, “ Ereb, turkman, asûrî, kurd hemî di heman herêmê de ne. Ger turkmenekê ku li vir dijî kurdî hîn nebe û tenê perwerdeya turkmenkî bigre vê gavê dê xeletî bike. Lewra li vir zimanê zikmakî ê ku tê axaftin kurdî ye. Niha li Tirkiyê jî zimanê ku tê axaftin heye ev jî tirki ye. Ev ziman li hemû heremên Tirkiyê tên axaftin û zimanê fermî ye. Divê mirov fersendê nede kesên ku dibêjin, “Bila zarokê min tenê perwerdeya kurdî bibîne, ne hewceye ku zarokê min hînî tirkî bibe. Divê hemû hemwelatiyên me yên Tirkiyê zimanê tirkî zanibin. Û axaftina xwe wiha dawî kir: “Lê mafê herkesê heye ku zimanê xwe yê dayikê hîn bibe.”
CİHAN

Kaynak:

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.